Tîşorta Dizayner – Azadî
Ev tîşorta dizayner ji bo hemû kesan e ku bawer dikin ku azadî mafekî giştî ye. Dizaynê wê wêneyê mirovekî berxwedêr nîşan dide ku destê xwe bilind kiriye, bi sembola AŞTÎ û AZADÎ, û li ser wê nexşeya Kurdistanê bi rengên alayê Kurdî hatiye xuyang kirin. Gotina “Azadî” di nav dizaynê de wekî peyameke zelal û rasterast radiweste.
Ev tîşort peyama yekîtî, berxwedan û hêviyê radigihîne — ne tenê ji bo jinan an mêran, lê ji bo hemû kesên ku li dijî zilm û bindestiyê rawestin.
Tîşorta Azadî:
-
Sembolê berxwedana gelê Kurd
-
Peyama maf, rûmet û azadiya mirovan
-
Dizaynekî xurt ku li her derê diyar dibe
Ev ne tenê tîşortek e؛ ew dengê şoreşê ye. Bi kirîna vê tîşortê tu piştgirîya mafên mirovan dikî û peyama azadî bi xwe re digihînî cîhanê.
-
Kalîteya bilind û rehet
-
Guncav ji bo her cins û her temen
-
Şêwazekî ku hem siyasî ye hem jî hunerî
Vê tîşortê li xwe bike û bi dil û deng bêje: Azadî!